Turk di axaftina xwe de got, “we di 5 deqeyan de, teqîna Dîlokê xiste stûyê Kurdan, ev 8-9 mehin hûn çima kujerên Roboskiyê dernaxînin?!”
Hevserokê KCDê Ahmet Turk, li Çiyayê Mazî di festîvala ku ji aliyê şaredariyê ve hate lidarxistin de axifî.
Ji axaftina Ahmet Turk çend hevok:
“Li Entabê teqînek pêk hat. Di nav 5 deqeyan de we teqîn xistine stûyê Kurdan. Li Roboskiyê 35 birayên me, bi xayînî hatin qetilkirin, ev 8-9 mehin hîn kujer nehatine dîtin. Gelo ma ev e biratî?”
“Bi salan e dixwazin ku gelê Kurd, bê ziman, bê deng, ji maf û edaletê bêpar û bê nasname bihêlin. Lê ew heyam derbas bûn, çûn. Gelê Kurd êdî koletiyê qebûl nake, bila herkes vê baş bizanibe.”
“Gelê Kurd dixwaze Xweseriya Demokratîk ava bike, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, gelê Kurd mafên xwe dixwaze. Ev sedsala, sedsala gelê Kurd e.”
“Ku siyaseta berê çi bû, niha jî heman siyaset li ser Kurdan tê meşandin. Siyaseta wan, li ser tinekirina Kurdan e.”
“Oldariya AKPê jî, mirovahî û demokrasiya wan jî ne ji bo Kurdan e.”