Serrûpel Nûçe “Serokwezîrê herî serneketî Erdogan e” (Vîdyo)

“Serokwezîrê herî serneketî Erdogan e” (Vîdyo)

Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Tirkiyê Abdullatîf Şener, di weşana zindî de, ji bo serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotinên balkêş kirin. Şenerê ku ji AKPê veqetiyabû wiha dibêje:
“ Di sala 2004 an de li Amerîkayê civîna G-8 an hate kirin. Di wê civînê de bi awakî fermî ji rayagiştî re “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn” hat eşkerekirin. Hin dewletên ku ne endamên G-8 ê bûn jî tevlî civînê bûn, wek Tirkiyê. Di vê civînê de Erdogan hevserokê projeya mezin a rojhilata navîn hat eşkerekirin.”
“Li Lîbyayê, jin, zarok, mirovên masum bi bombeyan qetilkirin. Mixabin heman serokwezîr Erdogan, ji Muammer Qedafî xelat wergirtibû. Gotibû, birayê min, dostê min Qedafî. Dema ku Qedafî li ber mirinêye vê gotinê dike, “Ez her tiştî fehm dikim lê xayînîya ku Erdogan ji min re kir, ez qet fehm nakim.”
“Binêrin, ev dîmenana li ser ekranan nehatin weşandin. Mixalifan, li nêzika Şamê jin û zarok bombekirin. Ez wê demê li Îngiltere bûm, di BBCyê de min temaşe dikir. Nûçegihan, mîqrofon dirêja xelkê Suriyê dikir, bi dehan gelê Suriyê hêstirk dibarandin û diqîriyan, “kujer Erdagan, kujerê zarokan Erdohan.” Çi mafê te heye tu Tirkiyê bînî vê qonaxê.
“Li Suriyê armanc ne rejîm guherandin e, armanc Suriye perçekirin e. Tirkiye jî ji bo vê di nav vî karî de ye. Mirov ji Xwedê ditirse, bi deh hezaran mirov mirin, zarok, jin mirin.”
“Ger hûn ji min bipirsin, serokwezîrê herî serneketî kî ye? bê teredut ez ê ji we re bibêjim ku Erdogan e. Çima? Çimkî zirara ku ew dide Tirkiyê, heta niha ti serokwezîran nedayê ye. Welatê xwe ber bi bobelatekê ve dibe.”