Serrûpel Nûçe Êrîşa li dijî Şamê li Tirkiyê hatiye plankirin

Êrîşa li dijî Şamê li Tirkiyê hatiye plankirin

Belav bike

 Li gor nûçeya rojnameya Prawda ya Rûsyayê, êrîşa li dijî Avahiya Ewlekariya Sûriyê ya li Şamê pêkhatî, li kampa Hatayê Apaydinê hatiye plankirin. Li gor rojnameyê, rojnamegera rojnameya Prawda Daria Aslamova kariye bi nasnameke sexte (Bi navê Fatma) derbasî nava vê kampê bibe û ligel berpirsekî bilind ku ji rejîma Esed veqetiyaya bi navê  Malîk El Kurdî re hevdîtinê bike. Rojnamegera Rûsî dibêje “Di vê kampê de pêzanînên ji aliyê yekîneyên îstîxbaratî yên; Tirkiyê, Emerîka û Îngîlîz tên bi destxistin, ev pêzanîn têne nirxandin û li gor wê operasyonên li ser xaka Sûriyê bibin têne plankirin. Navgînên îstîxbaratî ku bi rêka wan pêzanînên ji Emerîka û welatên din tên li vê kampê dimînin. Ev kamp tenê ya wan leşkerê ji artêşa Esed diveqetin in ye.” Her weha rojnamegera Rûsî li ser zimanê El Kurdî dide diyarkirin ku êrîşa li dijî Avahiya Ewlekariya Sûriyê ya li Şamê pêkhatî li vê kampê hatiye plankirin. Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan Serokê CHP’ê û çend parlementerên wê daxuyanî der barê vê kampê de dabûn ku ‘divê bizanin di vê kampê de çi dibe ku Hikûmeta AKP’ê destûr nade parlementeran derbasî vê kampê bibin’ û gotibûn ku gelo, êrîş ji vê kampê pêk tên?

 

Avestakurd