Serrûpel Nûçe Li Helebê cara ewile ku li dijî Esad çalakiyên mezin lidarxistin

Li Helebê cara ewile ku li dijî Esad çalakiyên mezin lidarxistin

Belav bike

Li Suriyê bûyerên şîdetê yên dij rejîma Esad, sala çûnê di meha adarê de destpêkiribûn û tê îdiakrin
heta niha nêzika 9 hezar kesan, jiyana xwe ji dest dane. Heta niha li hemberî rejîma Esad, protesto
zêdetir li çolwar û çend bajaran pêk dihat. Ancax li Suriyê îro yekem tiştek qewimî. Li Helebê, ku di
nav bajarên Suriyê de, duyemîn bajarê mezin e, li dijî rejîma Esad çalakiyekên girseyî pêk hatin.
Ji rêxistina şipondina mafên mirovan a Suriyê ku muxalifan pêk anîye Ramî Abdurrahman, diyar kiriye
ku, di destpêkirina şoreşê de heta îro protestoya herî mezin hatiye lidarxistin. Tevî fişara hêzên rejîmê
jî bi deh hezaran mirova çalakî lidarxistine.
Gorî agahiya berdevkê nûnerê NYê Kofî Annana, di demeke nêz de Annan dike biçe Suriyê. Dîroka
serdana Kofî Annan hîn nehatiye diyar kirin. Annan di serdana xwe a ewil de, bi Beşşar Esad re di meha
adarê de hevdîtin pêk anîbû.