Serrûpel Nûçe “Heşîş di bin kontrola partiyên Kurd de tê çandin”

“Heşîş di bin kontrola partiyên Kurd de tê çandin”

Belav bike

Birêz Jan Dost dibêje, Kurd li Sûrîyê heta nuha negihiştine azadîya xwe. Ew dibêje ku dema dewleta Sûrîyê hemû azad dibe li wî demî Kurd jî wek beşek ji gelê Sûrî azad dibin.

Nivîskar Jan Dost herwiha dibêje, rejîma Sûrî bi xwe derfet daye Kurdan ku bajaran kontrol bikin da ku nakokiya navbera Kurd û Tirkan tund bike û şerekî navbera wan derxe.

Herwiha birêz Jan Dost, ku li bajarê Kobanî ji dayik bûye, dibêje ku li herêm û bajarên ku partîyên Kurdî ew xistine bin kontrola xwe heşîş têne çandin.

Birêz Jan Dost dibêje ku li Kobanî heşîş “wek afatekê û nexweşîyekê belav bûye” û dibêje ku çandina heşîşan gihiştîye astekê ku êdî zehmet e bihête kontrolkirin.

Lê belê birêz Jan Dost geşbîn e beramberî derencama serhildana Sûrîyê û dibêje “ez bi çavekê erênî li dawîya şoreşa Sûrîyê dinêrim jibo Kurdan, Kurd di encam de wê bigihin mafê xwe.”

Ahmed Barzanî-VOA

Ji bo guhdarkirina li hevpeyvînê