Ji Efrînê heta bi Dêrîka Hemko, kontrol û birêvebirin di destê PYD de ne. Encumena Niştimanî ya Kurd, û Komîteya Kurd ya Bilind ku ji PYD û Encumenê pêk tên, ne li ber tiştekî ne, ew tenê bi nav hene.
Xeberên ji herêmê ji me re tên dibêjin ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ne xwediyê tu biryarê ye, PYD çi bêje ew têkirin.
Gelek komîsyonên Encumenê, daxuyanî dan û nerazîbûna xwe diyar kirin. Yek ji wan komîteyan ya Amûdê bû. Îro Komîteya Kobanî jî daxuyaniyek da û got tiştek ji peymana Hewlêrê pêk nehatiye û PYD.
PYD çawa dixwaze wiha dike. Encumen jî tenê temaşe dike.
Milet ji pêknehanîna peymana Hewlêrê ne razî ye û hewlwesta Encumenê di cih de nabîne, dibêje yan ewê bi hev re kar bikin û bi hev re biryaran bistînin yan jî ewê dest ji karê Encumenê bikişînin.
AVESTA KURD