Serrûpel Nûçe Demîrtaş: “Tu kî yî, tu xwe çi dihesibînî?“

Demîrtaş: “Tu kî yî, tu xwe çi dihesibînî?“

Belav bike

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, li Kadikoya Stenbolê, di mîtînga 1ê Îlonê de axifî. Demîrtaş, di gellek mijaran de rexne li serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir. Demîrtaş, qeyda dengê Erdogan a ku 2 sala berê kiribû, ku Erdogan di wê axaftina xwe de qala dostaniya Suriye û Tirkiyê dike,  pesna Beşşar Esed dide, ji beşdaran re da guhdarîkirin û pirsî, gelo kî derewker e?

Selahattîn Demîrtaş, di beşeke axaftina xwe de wiha got:
“Sibê, nîvro û êvarê, piştî her xarinê, her tim me tehdît dikin, dibêjin ’em ê destnedayîniya we rakin’, ku kî raneke nemerd e. Em ne 550 parlementer in, bila destnedayîniya me hemûyan bê rakirin, ku ew wêrekiya we heye hodrî meydan. Li ku derê hatiye dîtin ku destnedayîniya me heye, li kuderê dest neavêtine me. Polîs, walî, dadger, dozger û çapemeniya te, jixwe biroj û bişev destnedayîniya me binpê dikin…. Begefendî her tim me tehdît dike, ’em ê we ji meclîsê bavêjin’ sankî em bi ezmûna KPSSê (ezmûna ji bo karmendiyê) girtine. Tu kî yî? Ma tu patronê me yî? Ma tu midurê me yî? Hin kesa tu xapandiye. Dalqawuk û şaqşaqvanên li derdora te zêde gazê didine te, tu xwe çi dihesibînî, hele carekê xwe bihejîne û  hişê te bila bêne serê te…”