Ev daxuyaniya jêrîn bi riya e-mailê ji aliyê Şêrên Araratê ve gihişte navenda nûçeyan ya malpera AVESTA KURD. Weke ku hatiye em li jêr diweşînin:
Li Rojhilatê Kurdistanê Şêrên Araratê hate damezirandin!
Li Rojilatê Kurdistanê, kurd, ji bo ku bikaribin xwe li hember desthilatdarîya Rijîma Îranê biparêzin, di bin navê ‘Şêrên Araratê de hêzêke Siyasî û çekdarî saz kirin.
Şêrên Araratê bi rêya Facebook û Youtube’ê daxuyanîyek dan çapemenîyê û diyar kirin ku, ji bo ku ew bikaribin gelê Kurdistanê li hember dîktatorîya Îranê biparêzin, Hêzên siyasî û yekîneyên çekdarî ava kirine.
JI BO RAYA GIŞTÎ
Li sê parçên Kurdistanê pêşketin heye , lê mixabim li Rojhilatê Kurdistaê bêdengîî heye.
Pratiyên Rojhilatê sebaret bi bûyer û destkevtên girîng li Başurê Kurdistanê nekarin bi avayekê aktif xebat bikin .
Em ciwanên welatparêz Hêza siyasî û lêşkerî ser navê Şêrên Araratê damizrand.
Em serbixwene , alîkarîya her kesî qebul dikin lê alîkarî ya 4 dagîrkerên Kurdistanê qebul nakin. em pişta xwe didin Çiya yên Kurdistanê bi taybetî Çiya Agirî .
Şêrên Araratê Rêbazyên Qazî Muhemed,,Qasimlo û Simko dirêje pê dide.
Em bang ji hemu Kurdên Rojhilatê dikin kû piştgirîya me bikin her wisa li hemû Ciwanên Kurdistanê dixwazin Jİ bo Azadiya gelê xwe tevlî Refên Şêrên Araratê bibin
Em ji bo Îraneka Demokratîk û Kurdistana Fidrla Xebat dikin .
Şêrên Araratê 30/08/2012 Çiya Agirî
http://seren-ararat.blogfa.com/