Serrûpel Nûçe Serokê CIA’yê Petraeus li Tirkiyê ye

Serokê CIA’yê Petraeus li Tirkiyê ye

Belav bike

David Petraeus, serokê CIA’yê li Tirkiyê ye. Serdana Petraeus, ji bo rayagiştiya Tirkiyê wek surprîz hate nirxandin.Çimkî David Petraeus, li Tirkiyê, generalê ku serê leşkerên Tirkiyê xistiye çiwêl tê naskirin.
Di derbarê bernameya David Petraeus de, agahî bi rayagiştî re nehat parvekirin. Tê diyarkirin ku, Petraeus, ji bo ku li ser mijara PKK û Suriyê, bi rayedarên dewleta Tirkiyê re gotûbêjan bike, ev serdana pêk aniye.
Orgeneral David Petraeus, bi wezîrê karên derve, musteşarê MÎTê û serokwezîr Erdogan re wê hevdîtinan lidarbixîne.
Ji bo serokê CIA’yê David Petraeus, li balafirgehê tedbîrên berfireh hatin girtin.