Serrûpel Nûçe Karsazan banga diyalogê kirin

Karsazan banga diyalogê kirin

Belav bike
Li gor rojnameya Radikal, Serokê Komela Karsaz û Pêşesazên Başûrohilat Şah Smaîl Bedirxanoglu diyarkir ku “Berî em komeke weha ava bikin, me ligel BDP’ê û AKP’ê hevdîtin pêkanî. Her du partî jî bigermî nêzîkî vê dîtinê bûn.” Her weha Serokê Komelayê diyarkir ku dê li roja înê civîna xwe ya duyem jî li Stenbolê li dar bixin û der barê armancên xwe de weha got “Sê armancên me yên girîng hene. Em ê gotûbêj bikin ka der barê vê mijarê de gavên liber çav çawa biavêjin.” Ji aliyê xwe ve Serokê Baroya Diyarbekirê Mihemed Emîn Aktar got “Em li çareyekê ji bo pirsa Kurdî digerin. Ji bo aştî pêk bê divê pirsa Kurdî bê çareserkirin.” Her weha diyarkir yê vî karî çareser bike siyaset e û weha pêdeçû “Yê vî karî çareser bike siyaset e. Dê civak jî rê nişanî siyasetê bike. Divê em karbin wijdanê civakê têxin tevgerê. Divê em karbin zexteke weha li ser siyasetê bikin û rêka wê bidin rêbaza diyalogê. Hewldana me ev e. Bê guman dê pêşniyarin me hebin. Lê armanca me ya sereke pêşxistina zemîna diyalogê ye.”

 

 

Avestakurd