Li ser tankeke leşkerî a ku cenazeyên gerîla têdebûn, ala PKK daleqandin.
Li navçeya Şirnexê li navenda Beytûşebabê, duh (02.09.2012) gerîlayên PKK êrîşa 4 noqteyan kiribûn û di navbera gerîla û hêzên dewletê de şer derketibû. Di encamê de 10 polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Di pevçûnan de 3 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dabûn.
Gelê Beytûşebabê xwestibûn ku cenazeyên gerîla rakin lê hêzên ewlehiyê destûr nedabûn vê û midaxeleya gel kiribûn. Li ser vê, di navbera gel û hêzên dewletê de pevçûn pêk hatibûn.
Navenda navçeya Beytûşebabê, piştî nêzikî 3 seet pevçûnan, veguheriya qada şer.
Li ser dîwaran û gellek deran, şopên pevçûnan hene.