Serrûpel Nûçe Em rê nadin azadî ji me were standin

Em rê nadin azadî ji me were standin

Belav bike
 û enfal û hemû wêrankariyan ew azadiya ku bi xwîn hatiye holê ji wan bête zeft kirin. Û got ku eger niyeteke pak hebe pirs bi gavên çalak û pratîkî tên çareserkirin.

Duhî (4/9/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Şandeke Bilind ya Wezareta Karê Derve bi serokatiya yarîdedera Emerîka Elizabeth Jones kir.Di hevdîtinê de gelek berpirsên Bilind yên Herêma Kurdistanê amade bûn. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê hevdîtinê de bal kişand ser gelek pirsên heyîn û çawaniya çareserkirina van pirsên Îraqê û tekez li ser azadiya Kurdistanê kir. Li gor MSHK’ê, Serokê Herêmê got: 

“kêşeya Herêm û hemû Iraqê pabendnebûne bi destûr û wan peymanên ku li navbera aliyê siyasiyên Iraqê de hatine îmzakirin. Lê belê li gel eve jî hemû hewlek didîn bo ku li gel aliyê siyasiyên din de ji bo encamdana wan çaksaziyan bişêwirîn. Weku gelê Kurdistanê em pabendî destûr û peymananîn û bi tu awayek jî destberdarî wê mafê nabîn ku destûr daye me. Eger Hikumet şerakete eve şeraket diyare erk û mafê her aliyek jî diyare, nabê hemû roj berkefta Herêmê li budçeya Iraqê weku kartê zextê bête bikaranîn, yan ji bo çareserkirina kêşe û gîr û giriftan hêvî bibin ber bikaranîna hêz, ev ferhenge û eqliyete divê li Iraqa nû da bi dawî bibe û kesek jî xwe li ser Iraqê da nesepîne ji ber ku Iraqa nû mulkê hemû pêkhatane ku bi xwîn ev Iraqa niha dirust bûye û gelê Kurdistanê jî rolekî serekî li damezrandina vê Iraqa nû de dîtiye. Em rê nadîn piştî kîmyabaran û enfal û hemû wêrankariyan ew azadiya ku bi xwîn hatiye holê ji me bête zeft kirin. Li destûr da gelek bi rûnî balkişandiye li ser çawayiya çareserkirina kêşe û gîr û giriftan, bi taybetî li ser navçeyên veqetandî û her wiha sebaret bi neft û xaz û kêşeyên din ku eger niyeta pak hebê gelek bi hêsanî têne çareserkirin, çareserkirin jî tenê bi axaftin nayê kirin, belku bi hengavên aktîf û emelî têne çareserkirin.” Her weha di hevdîtinê de li ser rewşa pêşketinên dawî li deverê û bi taybetî rewşa Sûriyê hate sekinandin.

 

Avestakurd