Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murad Karayilan, bi ANFê re, di derbarê bûyera hevdu hembêzkirina parlementerên BDPê û gerîlayan de axifî. Karayilan wiha gotiye: Helwesta ku parlementerên BDPê nîşan daye, Kurdan bi awakî erênî bûyer pêşwazî kiriye lê dema civaka Tirkiyê difikirî, tê xuyakirin ku, bûyereke ji bo manîpulekirinê guncaw e. Ku mirov rastiya Tirkiyê difikire, dibîne ku rewş ne wisa ye. BDP zen dike ku, Tirkiye û civaka Tirkiyê demokrat e. BDP lazime gorî rastiyên Tirkiyê tevbigere.
Murat Karayilan, di derbarê gerîlayên ku rê birîn û di nêvengeke samîmî de bi parlementeran re helwest nîşan dan jî rexne kir û got, em ji wan gerîlayan jî parastinê dixwazin. lazim bû wana hîn cidî nêzika bûyerê bibûna. Li gorî hestên xwe hereket kirine.