Li Emerîka du diz destpêkê rêveberê bankê direvînin, heman roja din sibê, êlekekî bi teqemeniyên nerast hatî amadekirin li rêveberê bankê dikin. Li demjmêrên êvarê her du dizên rûveşartî û jinik tên ber deriyê şaxê Bank Of Amerika. Rêveberê bankê Barrera derbasî hundir dibe û ji karmendan re dibêje ‘li ser min bombe hene, zû pereyan têxin çiwalan, yan dê vir biteqînin’ li ser axivitina rêveber karmendên bankê hemû pereyên heyîn têxin çiwalan. Her du diz bilez çiwalan li tirimbêlekê siwar dikin û ji wir direvin. Piştî diz direvin, karmend telefona polîsan dikin. Dema pisporên bombeyan tên, piştî kar û xebateke bibal û metrisîdar, derdikeve ortê ku ew bombe hemû sextene, ne rastin.
Avestakurd