Rojnameya Tarafê, bi Derhênerê Giştî yê weşanê Ahmet Altan re rêyên xwe cuda dike. Sedemê vê jî tê îdiakirin ku, usluba ku her ku diçe tund dibe û mixalefetiya wî ye.
Rojnameya Tarafê, her roj bi nûçeyeke surprîz derdikeve pêşberî xwendevanan. Çend rojan berê, nivîskarê rojnameyê Orhan Mîroglu, li ser ekranên televizyonekê, di weşana zindî de ji Tarafê veqetandina xwe eşkere kiribû. Piştî vê, hat îdia kirin ku Emre Uslu, di derbarê kesên rêvebiriya rojnameyê dikin de, li derên din gotinan dike û ev îdiaya li ser twitterê jî hat niqaşkirin.
Di vî warî de, surprîza herî mezin jî, navê ku bi Tarafê re bûye yek, di derbarê îdiaya veqetandina Ahmet Altan de ye.
Tê îdiakirin ku, patronê rojnameya Tarafê Başar Arslan, ji ber usluba Ahmet Altan a ku her ku diçe tund dibe û bi serokwezîr re hatine hember hev ne xweşhal e û wî biryareke radîkal girtiye. Ew jî derkirina Ahmet Altan a ji rojnameyê ye.
Tê gotin ku, pirr caran ji Ahmet Altan hatiye xwestin ku, meseleyên xwe yên şexsî yên di derbarê kesên din de, rojnameyê bikarneyne û herî dawiyê niqaşa li ser Orhan Mîroglu hatiye kirin, bûye sedema ku rojname prestîja wenda bike. Netkurd