Li gor malpera Welatî, DBK’ê bi amadebûna Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê careke din lihev civiyaye û di vê civînê de li ser bendên peymana Hewlêrê yên ku heta niha nehatine cîbicîkirin gotûbêj kirine û hin biryarên nû wergirtine. Li gor van biryarên nû; Yek, divê sînorê Rojavayê Kurdistanê yê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de ji aliyê kesên sivîl bi awayekî hevbeş bê parastin ku dê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hatîn perwerdekirin jî di nava vî karî de bin. Du, divê li hemû Rojavayê Kurdistanê bargehên DBK’ê bêne vekirin. Sê, divê her dem DBK’ê li bargeha xwe ya Qamişlo amade bibe da ku karibe ji nêzîk ve pirsgirêkan çareser bike. Hêjayî gotinê ye, piştî morkirina peymana Hewlêrê di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de heta niha hin aliyên van partiyan didin diyarkirin ku peymana Hewlêrê başebaş nehatiye cîbicîkirin.
Avestakurd