Serrûpel Nûçe Rûsya: Rojava di mijara terorê de du rû ye

Rûsya: Rojava di mijara terorê de du rû ye

Belav bike
 Lavrov li Astana a paytexta Kazakistanê di Konferansekê de rexneyên hişk li welatên Rojava kir. Lavrov welatên Rojava bi du rûtiyê tawanbar kir û got “Ger çalakiyên terorî li gor berjewendiyên Rojava bin, tên qebûlkirin. Heta niha ji çi egerê dibe bila bibe, Neteweyên Yekbûyî diyardikir ew ê çalakiyên terorê neparêze. Lê, ev helwest cara yekê di êrîşa li Şamê de ku li dijî berpirsên bilind yên Sûriyê pêk hatî, hate guhartin..” Lavrov di berdewamiya axivitina xwe de got “De min bihîst ku welatê Rojava dê vê çalakiya ha di wateya terorê de nenirxîne, ez behetî mam. Êrîşeke terorê, tenê êrîşeke terorê ye.” Lavrov diyarkir ku Rojava di êrîşên terorî de berjewendiyên xwe yên siyasî dipaarêze, li gor wê terorê bi nav dike, ev du rûtiye.

 

 

Avestakurd