Aktrîsa bi nav û deng a sînemaya Holywoodê û Nûnerê Taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Angelîna Jolie, bi minasebeta serdana qampa penaberên Suriyeyî a li Kîlîse, bi balafireke taybet çû bajarê Tirkiyê Dîlokê. Angelina Jolie, bi heyeta pê re, di bin tedbîrên ewlehiyeke berfireh de, çû Kîlîsê û qampa penaberan ziyaret kir.