
Li gor ANF’ê, Turk di civînê de banga yekîtiyê li hemû Kurdan kir û weha pêdeçû “Li Rojhilata Navîn dibêjin ‘Bihara Ereban’ diqewimin. Lê dema mirov mêze pêvajoya Suriye û Lîbyayê dike, xuya dibe ku ‘Bihar’ vegeriyaye ‘Zivistanê’. Lê ev rewş ji bo kurdan derbasdêr nîne. Gelê kurd li rojhilata navîn bê navber têkoşîna xwe didomînin. Îro roj, roja yekitiya kurdan e. Ez bang li hemû kesî dikim ku vê yekitiyê ava bikin. Tirsa Erdogan jî ji vê yekitiyê ye. Piştî Rojava wê dor were Rojhilat. Hemû tirs ji ber vê ye. Têkoşîna kurdan ji bo gelên Rojhilata Navîn jî gelek girîng e. Jixwe Birêz Ocalan Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn ji bo vê pêşniyar kir. Ji ber wê jî azadiya Birêz Ocalan ji bo gelen gelek girîng e. Tu kes wekî wî rê nade siyaseta Rojhilata Navîn.” Her weha Turk diyarkir ku ti hêz nikare rê li pêşiya azadiya Kurdan bigire û got ” Me salên, 80,90 û 95’an dît. Wê demê we nekarî rê li ber vê têkoşînê bigirin. Hûn niha jî nikarin. Ger îro em baş bi nirxînin sed sala 21’an ji bo kurdan wê gelek tiştan û teskevtiyan bîne.”
Avestakurd