Serrûpel Nûçe Rojeke pakirinê li bajarê Kobanî pêk hat

Rojeke pakirinê li bajarê Kobanî pêk hat

Belav bike

rojeke vekirî bo karê pakirina kolanên bajarê Kobanî pêk hatibû.

Roja karê pakirina bajarê Kobanî ji seet 09:00 sibehê ji pêş belediya Kobanî de bi kombûn û beşdarbûna hevalên partiyên kurd û hevrêzên ciwanan yên şoreşê û rêxistinên sivîl û gelek kesayetiyên serbixwe dest pêkir, ta derdora seet 14:00 piştî nîvro berdewam kir û rojeke serkeftî bo pakirina bajarê Kobanî kuta û derbas bû.

Hêjayî gotinê ye ku roja vekirî bo karê pakirinê cihê kêfxweşî û razîbûna miletê bajarê Kobanî bû, ji ber wê gelek kes ji xwe ber tevlî karê pakirinê bûn û gelek ji xwediyên malan jî di kolanan de alîkar bûn.  

I.K