Li gor ANF’ê, Saziya Zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, wan heta niha li zêdetirî 100 dibistanên fêrbûna zimanê Kurdî perwerdehiya Kurdî dane û di vê pêvajoya destpêkê de 500 mamoste amadekirine. Li gor saziya ziman, dê ji bo îsal bi awayekî fermî li 20 dibistanên seretayî bi temamî ders bi zimanê Kurdî be û dê li dibistanên navîn û amadeyî dê dersa zimanê Kurdî bibe dersa bingehîn.
Avestakurd