Her du Hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak li restoranta Goksû bersiva pirsên çepemeniya cîhanê dan. Di vê civînê de, The Wall Street, Reûters, AFP, Huriyet Daîly News, France 24, Blomberg News, AP, ÎRNA, Arab, ARD û çapemeniya Tirkiyê amade bûbûn. Demîrtaş di axivitina xwe de diyar kir ku ‘mafê Kurdan e ku xwe birêve bibin’ û diyarkir ‘bendewariya Kurdan ew e di naava sînorên lê dijîn de xweseriya xwe ava bikin.’ Her weha Demîrtaş aşkere siyaseta AKP’ê rexne kir û got ku ‘siyaseta xwe ya bi cîranan re gihiştiye asta şer.’ Demîrtaş bal kişand ser siyaseta Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn û got ku ‘ger pirsêgirêkên nava xwe çareser neke dê nikaribe bawerî bide Rojhilata Navîn.’ Ji aliyê xwe ve Gultan Kişanak bal kişand ser destûra Tirkiyê û diyarkir ku ‘çareserkirina pirsan di destûra azad û lihevhatina civakî re derbas dibe.’ Her weha Kişanak got ku yek nêzîkbûn û yek alîbûna AKP’ê pirsa çareser nake.
Avestakurd