Serrûpel Nûçe Di êrîşa Çewlikê de 10 leşker hatine kuştin

Di êrîşa Çewlikê de 10 leşker hatine kuştin

Belav bike

Waliyê Çewlikê (Bingolê) Mistefa Hakan der barê êrîşê de daxuyanî da û got “7 şehîd û 63’ê birîndar hene.” Her weha diyarkir ku 34 birîndar rakirine nexweşxaneya dewletê ya Çewlikê û 14 birîndarên din jî rakirina nexweşxaneya dewletê ya Bongilanê. Got jî ku hêj lêkolîn li cihê bûyerê berdewam dike. Lê, li gor çapemeniya Tirkiyê 10 leşker hatine kuştin û 61 jî birîndar in. Hêjayî gotinê ye, gerîlayên HPG’ê bi rokêtan êrîşî tirimbêlan kirine û tê gotin ku dibe hejmara kuştiyan zêdetir be.

 
Avestakurd