Serrûpel Nûçe Zarokê 13 salî wek makîna sûc e

Zarokê 13 salî wek makîna sûc e

Belav bike

Cristian Fernadezê 13 salî, li eyaleta Amerîkayê li Floridayê, bi xwestina cezayê hetahetayî tê darizandin. Fernandez, ji ber sûcên, kuştina zirbirayê xwe yê 2 salî û tecawizkirina keçeka 5 salî tê darzandin.
Juriyê dadgehê, dixwazin ku Cristian Fernandez, wek mirovekî mezin were darizandin û cezakirin. Li Amerîkayê ev darizandina Fernadezê 13 salî, bi eleqeyeke mezin tê şopandin û niqaşkirin.
Jiyana Cristian Fernandez jî gellekî trajîk e. Dayika wî Bianella Susana, hîn 12 salî bûye, ji aliyê mirovekî 25 salî ve hatiye tecawizkirin. Dapîra Fernadezê ku ew xwedî dikir, ew hîn 2 salî bûye, kokaîn li ser hatiye girtin û ji ber vê Fernandez dane xweytîxaneyê. Fernandez, di 8 saliya xwe de jî, rasta tecawiza xizme kî xwe tê.