Li gora daxuyaniyê, bi avakirina parlamentoyê gelê Kurdistanê bû xwediyê îradeyeke azad.
“Hikûmeta herêma Kurdistanê, bi vê minasebeta niştimanî, pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê dike û careke din dupat dike ku ew destkeftiyên heta niha li ser asta navxweya Kurdistan û Îraqê ji bo gelê me bidest ketine, berhemên serhildana xelk û hilbijartina wê parlamentoyê bûn ku, niha di vê qonax û rewşa hesas de nûneratiya îradeya gel dike bi hemû…”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye ku “Parlamentoya Kurdistanê tevî ku nûnertiya îrade û azadiya Kurdistanê dike, di dema 20 salên borî de, tevî asteng û giriftan, kariye bingeheke qanûnî girîng ji bo welatê me amade bike û gelek qanûn û biryaran ji bo rêxistina jiyana siyasî, civakî, aborî û kulturî li herêma Kurdistanê derbixe, ev jî ciyê destxweşiyê ye…”
Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya pîrozbahiyê de destnîşan dike ku ew amadeye hemû hevkarî û hevahengiyê ligel parlamentoya Kurdistanê bike.
AVESTAKURD