AVESTA KURD – Televîzyona Sky News di nûçeyeke xwe de diyar kir ku Tirkiyê qebûl kiriye ku Istîxbarata wê hevdîtin ligel PKK çêkirine
Li gora Sky News Arabic, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc, gotiye ji bo berjewendiya netewî ew hevdîtin pêk tên, eger pêwîst be wê careke din jî pêk werin.
Arinc got ew hevdîtin di navbera MIT a Tirkiyê û PKK de pêk hatine, MIT hevdîtin li ser navê hikûmetê çênekirine.
Berî çend rojan partiya CHP eşkere kir ku hevdîtin di bin çavdêriya Îngiltere de di navbera PKK û MIT de çêbûne.
AVESTA KURD