Serrûpel Nûçe Trafîka hevdîtinên Serokwezîr berdewam e

Trafîka hevdîtinên Serokwezîr berdewam e

Belav bike

Barzanî li bargeha xwe pêşwaziya balzoyê nû yê Hollanda li Iraqê kir.

Di hevdîtina xwe de ya ligel serokwezîrê Kurdistanê Hary Molinar, kêfxweşiya xwe ji bo serdana Kurdistanê anî ziman.

Molinar diyar kir ku ewê nivîsîngeha sefareta Hollanda di meha 11 de li Hewlêrê vekin.

Her wiha li ser girîngiya pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Hollanda de hate rawestandin.

Sefîr got ewê berê karsaz û şîrketên xwe bidin Kurdistanê ji bo ku li wê derê dest bi kar bikin.

Serokwezîrê Barzanî her wiha hevdîtinên cuda ligel konsolê Filistînê û konsolê Urdunê  li Hewlêrê kir. 

Di wan hevdîtinan de ligel pêwendiyên du alî hate sekinandin.

Nêçîrvan Barzanî got weke herêma Kurdistanê ew girîngiyeke mezin didin pêwendiyên ligel wan welatan.

AVESTA KURD