Serrûpel Nûçe Agir bi 16 konên penaberên Kurdên Rojava ket

Agir bi 16 konên penaberên Kurdên Rojava ket

Belav bike
Avestakurd ku li cihê bûyerê bû û bûyera şewata 16 konan ji nêzîk ve şopand, ewil ji encama agirê ku girte konekê (ji agirê xazê) di nava çirkeyan de agir bi konên din jî ket. Li ser ku mudaxeleya vemirandina agir ji aliyê penaberan û tirimbêla hawarhatinê ve hate kirin jî, lê agir nehate kontrolkirin. Tu ziyanên can nebûn, lê tiştên 16
malbatan yên nava malê hemû şewitîn. Hêjayî gotinê ye, ji dema kampa penaberên Kurdên Rojava li devera Domîz-Duhok hate ava kirin ev bû cara duyê bûyera şewatê çêdibe. Berî demekê jî agir girtibû 2 konan. Niha li kampa Domîz li dora 27 hezar kes dijîn.

AVESTA KURD

FOTO: AVESTA KURD
(Bi şertê bi navkirina navê AVESTA KURD her kes dikare nûçeyê tevî wêneyan belav bike)