Barzanî di serdana xwe de ligel Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg û rûsipiyên Êzîdiyan civiya.
Nêçîrvan Barzanî got ew nûjenkirina Laleşê weke wezîfeya xwe ya sereke dibîne.
Nêçîrvan Barzanî got ew nûjenkirina Laleşê weke wezîfeya xwe ya sereke dibîne.
Barzanî got, ji bo nûjenkirina Laleşê wan şîrketeke pirspor dîtine û di qonaxa yekem de wê 17 mîlyon dolar were mesrefkirin.
Di qonaxa duyem û dawîn de wê 11 mîlyon dolar werin mesrefkirin. Bi temamî wê 28 mîlyon dolar li nûjenkirina Laleşê werin mesrefkirin.
Li aliyê din Mîr Tehsîn Beg kêfxweşiya xwe ji bo serdana Nêçîrvan barzanî anî ziman û spasiya xwe ji bo piştgiriya ku ew pêşkês dike kir.
AVESTA KURD