Televîzyona fermî ya Sûriyê ragihand ku îro li demjmêrên sibê 2 teqînên mezin li nêzîkî serfermandariya Artêşa Sûriyê li meydana Emewiyîn qewimîne û agirekî mezin girtiye cihê teqînê. Hat znîn ku her du teqîn bi tirimbêlên barkirî bombe pêk hatiye, yek li Emewiyîn û yan din jî li Ebû Rimanê pêk hatiye. Li gor şahidên bûyerê gelek tirimbêlên hawarhatinê ber bi cihê teqînan ve çûne. Lê der barê ziyan û kuştiyan de heta niha ti agahî nayên zanîn.
Avestakurd