Serrûpel Nûçe Weşana wan hate rawestandin

Weşana wan hate rawestandin

Belav bike

Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê a Danimarkayê, 4 lîsansên Mezopotamya Brodkastingê ji bo 2 meha rawestand. Li gorî vê biryarê, weşanên Roj Tv., Nûçe Tv., Mezopotamya Tv. û MMC ku kanala muzîkê ye, 2 meha wê were rawestandin.
Li ser vê biryarê, a Danimarka, 3ê Cotmehê roja çarşemiyê, saet di 24.oo an de, ji bo 2 meha weşanên Roj Tv., Nûçe Tv., Mezopotamya Tv. û MMC’yê wê bêne rawestandin.
Piştî 2 mehan, weşanên 4 televizyonên Kurdî wê weşanên xwe bidomînin.  
Hinceta weşan rawestandinê a Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê a Danimarkayê jî ev e: “Berpirsyariyên xwe yên tomarkirin û veşartina weşanê bi cîh neanîne” û “nehîştine çavdêrên desteyê berpirsyariya xwe bi cîh bînin.”
Deste, ji bo Roj Tv.yê jî di biryara xwe de eşkere dike ku, ti delîlên ku tê gotin Roj Tv. teşwîka suc û nefretê dike, nehatiye dîtin.