Serrûpel Nûçe Dibe ku ji nû ve hevdîtin bên destpêkirin

Dibe ku ji nû ve hevdîtin bên destpêkirin

Belav bike

 Erdogan di weşana hevbeş ya kanalên  7 û Ulke TV’yê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan der barê mijara  hevdîtinên di navbera dewletê û PKK’ê de got “Min li serdema şêwirmendê xwe Emre hevdîtin dane destpêkirin. Lê ji ber bê dirustbûna di nava ragihandinê de min got em vî karî bisekînin. Rêxistina terorê nûçeyên şaş û derew belavkirin. Belgeyên li gor xwe amadekirîn derbasî çapemeniyê kirin. Dibe ku hin ji hevdîtinê di wan belgeyan de hebe. Destpêkê bi ser Haqan de hatin, paşê dê bi ser min de bihatane. Wê demê min got çima û bi ser şêwirmendê min de diçin, bi ser min de werin. Em dewletê bi rêve dibin ne dikanê.” Her weha Erdogan diyarkir ku ‘ji bo çareseriyê ka çi tê xwestin em neçarin bikin. Me xwest em ji nêzîk ve bibînin ka çi dibe ji her du aliyan ve.’ Erdogan li ser hevdîtinên li Îmraliyê jî got “Me ji MHP’ê re got em dualî vî karî bikin. Berisva MHP’ê neyînî bû û heta niha CHP’ê bersiv nedaye. Dîsa em ê pêşniyarî CHP’ê bikin. Di vê navberê de dibe ku dîsa li Îmraliyê hevdîtin destpêbikin. Îmralî bi xwe parêzeran qebûl nake, hin dem çêbû ku me jî qebûl nekir. Ji ber ku hevdîtin berûvajî bo derve dihatin veguhastin.” Her weha Erdogan diyarkir ku dibe hevdîtinên Oslo dîsa bêne destpêkirin.

 

Avestakurd