Serrûpel Nûçe Li Parîsê 6 mîlyon îskeletên mirovan

Li Parîsê 6 mîlyon îskeletên mirovan

Belav bike

Parîsa ku bi rûyê xwe yê wek Birca Eyfel, Muzeya Louvre, Dêra Notre-Dame tê naskirin û bi vê her sal bi mîlyonan turîstan dikişîne ser xwe, rûyekî wê yê din jî heye. Her roj bi sedan turîst, serdana gorra di bin erdê de dikin. Di ev gorra di bin erdê de, 6 mîlyon îskeletên mirovan li ser hev hatine îstîfkirin. 
Ev goristana ku navê “Catacombes” lê kirine a di bin erdê de,  di sala 1785 an de, li ser biryara goristanên di nav bajêr de rakirinê hatiye vekirin.
Îskeletên li hemû goristanên Parîsê, tam 15 meha li ser hev, hatine berhevkirin û veguhestine goristana bin erdê a Catacombesê.
Goristana Catacombes, bi vê nivîsê vexwendiyan pêşwazî dike: Raweste. Vira împaratoriya mirinê ye.
Ji bo karibî xwe bigihînî hestiyên 6 mîlyon mirovan, pêwiste 130 pêlek dakevî bin erdê û qasî 15 deqa bimeşî.