Serrûpel Nûçe Li Kobanî xwepêşandêran bi kêran şer kirin

Li Kobanî xwepêşandêran bi kêran şer kirin

Belav bike
 Duhî (28/9/2012) gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bûne qadên xwepêşandanên li dijî rejîma Beşar El Esed û daxwaz kirin rejîma Esed bê hilweşandin.

Lê, li bajarê Kobanî li dema xwepêşandanê de şerekî bi kêran di navbera hinek ciwanan de derket.

Li gor Welatî ragihandî, komeke ciwanên ji Partiya Azadî ya girêdayî bi ser Mistefa Oso ve, bi hezaran kesên di xwepêşandanê de aciz kirine û bûne sedema ku tevlîhevî çêbibe. Û di encam de şerê bi kêran di navbera wan de qewimî ye. Li gor jêderê, hin kes birîndar bûne û di nava wan kesên birîndar bûyî de keçek jî heye.

Paşê xwepêşandaran bang li ENKS kir ku erkê xwe bicî bîne û xwepêşandaran biparêze. Hêjayî gotinê ye, xwepêşandaran daxwaza mafê netewî li ser bingeha federaliyetê û Sûriyê a demokratîk kirin.

Avestakurd