Serrûpel Nûçe “Bila projeya aştiyê pêk bê û xwîn raweste“

“Bila projeya aştiyê pêk bê û xwîn raweste“

Belav bike

Bحrayê Serokê PKK’ê Mihemed Ocalan der barê hevdîtina ligel birayê xwe de ku pêkanî bû, li gundê xwe Omerlî bersiva pirsên rojnamegeran da.

Mihemed Ocalan diyar kir ku “Ez mêjûya hevdîtina dawî nabêjim, lê li di hevdîtina dawî birayê min got ku ‘ji bo çareserkirina pirsê ez li hêviya samîmiyetê me’

Mihemed got:  ‘Birayê min got, ger bixwazin, bi projeya min ya aştiyê Turk û Kurd nayên perçiqandin û her du alî ziyanê nebînin.’ Her weha got ku gotiye ‘bi projeya min ya aştiyê her du alî jî dê di zemîneke hevbeş de bigihin hev.’ Mihemed Ocalan di berdewaamiya axivitina xwe de got “Li dema hevdîtina ligel brayê min, got ku ‘ew li benda erkê ye ji bo çareserkirina pirsê.’ Û diyarkir ku birayê wî ji dewletê dixwaze ji dil be û gotiye ‘bi jidilbûnê pirs çareser dibe’ û got ‘divê dewlet tektîkên wext derbaskirinê bidawî bike û jidil be.'” Her weha Mihemed Ocalan diyarkir ku brayê wî gotiye “li ser zemîneke demokarsiyê û bi rêbaza diyalogê projeya aştiyê pêk were û xwîna dirje raweste.”

 

Avestakurd