Serrûpel Nûçe Dewleta Tirkiyê cara yekê got ‘Kurdistan’

Dewleta Tirkiyê cara yekê got ‘Kurdistan’

Belav bike

 Dewleta Tirkiyê her û her di danûstandin û têkiliyên xwe yên fermî de, di belge û peymanan de gotinên ‘bakurê Îraqê’, ‘rêveberiya Kurd’ bi kar aniye. Lê Walîtiya Şirnexê, bi awayekî fermî di amîrtiya ya mulkî dergehê Xabûr de, ji bo belgeyên qalîtê û îxracatê de navê ‘Kurdistan‘ bikar anî. Hêjayî gotinê ye ev cara yekê ye bi awayekî fermî navê Kurdistan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê bikar anîn. Ev nûçe di çapemeniya Tirkiyê de dengveda.

 

Avestakurd