Serokreterê polîtbîroya Partî Fazil Mîranî, ji bo kanalên medyayê got, ji bo referandumê ew destûrê ji kesekî nastînin, ew mafekî sirûştî yê gelê Kurdistanê ye û îsal wê referandum pêk were.
Biryare ji bo amadekirina referandumê 2 deste pêk werin. Desteyek ji partiyan e, desteya din jî dibe ya cîbicîkar, pêwendiya wê bi hikûmet û komîsyonê re dibe.