Duh 2 çekdaran li nêzîkî keleha Hewlêrê êrîşî mamostayê zankoyê û nivîskarê naskirî Dr. Ferhad Pîbal xistin û giran birîndar kirin.
Lêdan li pêşiya çavên her kesî çêbû û kesekî newêribû mudaxele bike.
Piştre yekser serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî emrê girtina wan her du çekdaran derxist.
Barzanî daxwaz kir ku werin girtin û mehkemekirin.
Rêvebirê Polîsên Hewlêrê jî duh êvarê daxuyaniyek belav kir û û têde ragihand ku ew her du çekdar hatine girtin.
Dibe ku ew her du çekdar çekdar zêrevanên parêzgarê Hewlêrê bin.