Serrûpel Nûçe “Nabe Kurd her demê li dijî Tirkiyê bin”

“Nabe Kurd her demê li dijî Tirkiyê bin”

Belav bike

Siyasetmedarê Bakurî Osman Ocalan ragihand, sîstema serokatiyê pêwîstiyeke Tirkiyê ye û Tirkiye bi vê yekê xwe ji guhertinan re amade dike, kurd jî nabe her dem bêjin “na”.

Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, referandoma sîstema serokatiyê tê encamdan. Di referandomê de HDP li dijî sîstema serokatiyê deng dide.

Li ser referandomê û sîstema serokatiyê li Tirkiyê, Osman Ocalan ji televîzyona K24 re got, sîstema serokatiyê ji bo Tirkiyê pêwîst e ji ber ku divê hêz di destekî de kom bibe da ku bikaribe zû biryar bide û xwe ji guhertinên Rojhilata Navîn re amade bike.

Li ser helwesta kurdên Bakûrê jî Osman Ocalan rexne li helwesta HDPê girt û got, diviya kurdên Bakûr xwe nekirina alî di vê mijarê de. Dikarîbûn dengê “erê” yan dengê “na” bidin lê nedibû bibana aliyek.

Ocalan amaje bi gotina hevserokê girtî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş di hilbijartinên 7 Hezîrana 2015 de jî kir û got, wê çaxê Demîrtaş ji Erdogan re gotibû “emê te nekin serok”. Ev tiştekî xelet bû ji ber ku ziyan li kurdan da. Kurd divê bi hemû aliyan re di nav diyalogê de be. Nabe kurd her dem bêjin “na, nabe her dem bibin opozîsyon.  BAS News