Serrûpel Nûçe “Me ji rejîmê re got emê navçeyên Kurdî biparêzin“

“Me ji rejîmê re got emê navçeyên Kurdî biparêzin“

Belav bike

Me ji rejîma Sûriyê re got kerem bikin vir vale bikin, em ê navçeyên Kurdî biparêzin. Sînorê ligel Tirkiyê jî di destê me de ye, ji ber ku dewleta Tirkiyê di hundirê mala me de şer dike.”

 Serokê PYD’ê Salih Muslim di berdewamiya axaftina xwe ya ji Rûdawê re diyar kir  ku rejîma Sûriyê hîn bi hêz e, artêş di destê rejîmê de ye. Û got jî eger rejîma Sûriyê bikeve, dê Elewî wîlayeteke taybet box we ava bikin. Li gor jêderê her weha Salih Muslim gotiye ku pirsa heyî ne di destê dewleta Sûriyê de ye, lê di destê Rûsya û Emerîka de ye. Salih Muslim balkişand ser şerê birakujî û got ku dê şerê birakujî neqewime û weha got “Zemanat gel e…û şerê birakujiyê rû nade. Her dema ku Kurdên Rojava jî bûn du beş, wê şer çêbibe. Dixwazim bêjim ku kak Mesûd Barzanî bû zemanetek ku şerê birakujiyê çênebû.” Muslim der bare metirsiyên Tirkiyê ji hebûna PKK û PYD’ê li ser sînor jî got ku, ew amadene ligel Tirkiyê rûnin û dest bi diyalogê bikin. Em ne li dijî gel û hikûmeta Tirkiyê ne. Hêjayî gotinê ye, îro (2/9/2012) leşkerên yên li ser sînorê Dirbêsiyê gule barandin endamên YPG’ê yên parastina sînor dikin û di encamp de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da û 3’ê jî birîndar bûn.


Foto: Izeddin Temo

Avestakurd