Serrûpel Nûçe Hemwelatiya Brîtanî ji Esmaa tê standin?

Hemwelatiya Brîtanî ji Esmaa tê standin?

Belav bike

Perlementerên Brîtanî daxwaza kişandina nasnameya Brîtanî ji Esma Esed hevjîna Serokê Sûriyê dikin.

Rojnameya “Sunday Times” belav kiriye ku, hejmarek ji xelkên Sûriyê û hin perlementerên Brîtanî daxwaz ji hikumeta Brîtanyayê kirine ku regeznameya Brîtanî ji Esma Esed hevjîna Serokê Sûriyê Beşar Esed bê kişandin.

Li gor perlementerekî Brîtanî, ji îro û pê ve divê dûvçûn li pey Esma Esed were kirin, ji ber ku rola wê di propaganda ji bo rêjîmeke tawanbar re aşkere bûye.

Esma Esed jidayikbûya Londonê ye û berî niha hin siza ji aliyê Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê ve li ser hatibûn sepandin. Herwiha nikare serdana Ewropayê bike.

Herî kêm 3 hejmarên Esma Esed li ser tûra pêwendiyên civakî hene, propaganda ji Beşar Esed re dike û welatên rojava tuhmetbar dike ku derewan li ser Beşar Esed belav dike.

Esma Esed gûman bi gotinên welatên rojava derbarê êrîşa bi gaza Sarîn ya li ser Xan Şêxonê de kir, ku di encamê de nêzîkî 100 kesan canê xwe jidest dabûn.