Serrûpel Nûçe Iraq leşkerên Tirkiyê ji Kurdistanê derdixîne

Iraq leşkerên Tirkiyê ji Kurdistanê derdixîne

Belav bike

Hikumeta Iraqê a Navendî, ji Tirkiyê dixwaze ku leşkerên xwe yên ku ji sala 1995 an vir ve, li ser erdê Iraqê bicîh bûne vekişîne. Berdevkê hikumeta Iraqê Alî Debbag, eşkere kiriye ku, Desteya Wezîran biryar girtiye ku, ti hêz û leşkerên biyanî li ser erdê Iraqê nemînin û peymanên ku di vê mijarê de hatine morkirin jî, bên betalkirin. 
Bargeha leşkerî a Tirkiyê, di serî de li bajarê Kurdistana Federe, li Duhokê hatiye bicîhkirin. Bergehên leşkerên Tirkiyê li herêmên wek Batufa, Bamernî, Begova û Kanîmasî hene. Ji sala 1995 an vir ve tê texmînkirin ku 1200 leşkerên Tirkiyê li ser erdê Kurdistana Federe disekinin. 
Di derbarê biryara hikumeta Iraqê a navendî de, heta niha hîn ji hikumeta Kurdistana Federe daxuyanî nehatiye. 
Di biryara Desteya Wezîran a hikumeta Iraqê de, tê xwestin ku parlementoya Iraqê biryarê bigre ku, bila êdî ti hêz nekevin nav xaka Iraqê.