Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di hevpeyvîna xwe ya digel televîzyona El Cezîreyê de ragihand ku rêveberiya Obama derbarê PYD û YPGê de ew xapandiye, lê ew bawer nake ev siyaset di rêveberiya Trump de berdewam bike. Erdogan herwiha di hevpeyvîna xwe de rexneyên tund li Îranê û Haşdî Şeibî jî girt û got Haşdî Şeibî rêxistineke terorîst e.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan beşdarê televîzyona “Aljazeera” bû û derbarê krîza Suriyê û pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de daxuayniyên girîng dan. Erdogan got, berî niha derbarê PKKê de ew û Amerîka lihev dikirin û di navbera wan de soz û peyman hebû. Ev peyman di rêvberiya Barack Obama de jî berdewm dikir. Lê Obama derbarê PYD û YPGê de Tirkiyeyê xapandiye. Lê ew ji rêvebriya niha ya Amerîkayê hêvîdar e û bawer nake ku Trump wekî Obama tevbigere.
Erdogan herwiha bal kişand li ser pêwendiya telefonî ya çend roj berê di navbera wî Trump de pêk hatibû û got, wan li ser meseleyên li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirine. Wî ji Trump re gotiye, PYD û YPGê baskên PKKê ne. Divê werin tunekirin. DAÎŞ jî rêxistinek terorê ye PYD jî. Lewra ne rast e mirov şerê rêxistineka terorê digel rêxistineka dî ya terorê bi rê ve bibe. K24