Serrûpel Nûçe Qedexeya “birêz” Ocalan rabû

Qedexeya “birêz” Ocalan rabû

Belav bike

Dadgeha Bilind, biryareke nû da ku êdî bi Rêberê PKKê  Abdullah Ocalan re “birêz” gotin, ji bo milîtanên PKKê gotina “gerîla”, di bergeha azadiya îfadeyê de nirxand û ew qedexeya rakir. 
9. Daîreya Cezayê a Dadgeha Bilind, di doza Hatîp Dîcle û Selîm Sadak de, ji ber ku ew siyasetmedaran ji bo Ocalan gotibûn, ”birêz Abdullah Ocalan” ji aliyê Dozgeriya Komarê a Enqerê ve doz hatibû vekirin û 11. Dadgeha Cezayê a Gran jî 6 meh ceza dabûn. Doz hate temyîzkirin û di encama biryara Dadgeha Bilind  de, peyvên “birêz” û “gerîla” bikaranîn, di bergeha azadiya îfadeyê de hat nirxandin û qedexe rabû. 
Heta niha li Tirkiyê, ji bo Ocalan peyva “birêz” bikaranîn sedema doz vekirinê û ceza girtinê bû. Bi sedan siyasetmedar, bi vê hincetê hat îdiakirin ku wana “pesna suc û sucdar daye” ceza girtibûn. 
Dîsa, ji bo 29 parêzerên Ocalan jî, zêdetirî 300 doz, sirf bona ku muwekilê xwe re gotine “birêz” hatibû vekirin.