Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rexne li Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan girt, ku “destwerdana karên navxweyî yên Iraqê dike”.
Serokomarê Tirkiyê di hevpeyvînek telewizyonî bo El Cezîre de diyarkiribû ku, “ Heşda Şabî siyaseta mezhebî birêve dibe û rêxistinek terrorist e“.
Ebadî di daxûyaniya xwe diyar dike ku “Heşda Şabî ligel Artêşa Iraqê sere DAIŞ dide û serkeftina bidest dixe. Heşd bi hêzên dewletê ve girêdayî ye û di bin fermana Wezareta Berevaniyê de ye. Em naxwazin Tirkiye destwerdanê di karên me yên navxweyî de bike”.
Herweha Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Tirkiyê li Bexdayê jib o diyarkirina protestiyê bangê wezaretê kir. k24