Serrûpel Nûçe “Ez Bawer Nakim ku Barzanî Here Kongreya BDP“

“Ez Bawer Nakim ku Barzanî Here Kongreya BDP“

Belav bike

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rûsipîyê Kurd Kaya re kir û li ser çend mijarên girîng nêrînên wî pirsîn.

Yaşa Kaya derheqa rewşa Kurdan ya li Tirkîyê dibêje, hikûmeta Erdogan gavên baş davêje, lê Kurd nikarin bersîva van bidin.

Sîyasetvanê dêrîn Kaya behsa pişikdarîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ya kongreya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dike û wê yekê pir girîng nav dike. Birêz Kaya dibêje, kekê Mesud di sîyaseta Rojhilata Navîn de êdî bûye aktorekî pir girîng û qiymeta ku dane wî jî nîşana wê yekê ye.

Serokê Giştî yê berê yê Partîya Demokrasîyê (DEP) Yaşar Kaya rexneyên tund li Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) dike ku nikare sîyaseta Kurd bi serketî rêve bibe.

Yaşar Kaya her wiha dibêje, Abdullah Ocalan jî ji PKK û BDP’ê nerazî ye, loma jî naxwaze bi wan re dan[standinana bike û bi awuqatên xwe re hevdîtinan nake.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.

VOA / www.dengeamerika.com

Guhdarkirina li hevpeyvînê