Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Civata Wezîran bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya û çend biryarên girîng dan. Li gor MHHK’ê di civînê de ev biryar hatin wergirtin:
”– Konseya bala a çandiniyê bê damezrandin daku, serperiştiya cîbicîkirina bername û stratejiya wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê bike.
– Pêkanîna komîteyeka şêwermendiyê ji şareza û pisporên taybetmend bo hevkarîkirina wezareta çandiyê
– Lez li yekalîkirina pirsgirêkên zevêiyan bê kirin
– Giringî bi berhemên xwemalî bê dan” Her weha biryar hate dan ku “ nexweşxaneya 400 qerwêlî li Silêmaniyê 5 salan ji aliyê saziyeke taybet a pispor a cîhanî ve bê îdarekirin heta ku kadiroyên navxweyî ji bona birêvebirina wê bên amadekirin.” Her weha biryar hat dayîn ku ” bîranîns 25 saliya kîmiyabarana Helebce û enfalanbi awayekî berfireh û bi merasimên bijarte û bi beşdariya kesatiyên navdarên cîhanî bê pîroz kirin.”
Avestakurd