digel Heo Evenc konsulê giştiyê Birîtaniyayê yê herêma Kurdistanê civiya û di civînê de têkeliyên navbera Kurdistan û Birîtaniyayê û çewaniya pêşxistina wan têkeliyan di warên cihê de hat bahis kirin.
Serokê dîwana civata wezîrên Kurdistanê behsa pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê û ew aramî û îstîqrara li herêma Kurdistanê heye kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hatina kompaniyên birîtanî dike ku, beşdariyê di pirosesa vadankirina herêma Kurdistanê de bikin.
Konsulê giştî yê Birîtaniyayê yê herêma Kurdistanê behsa wan kar û pirojeyan yên ku, kompaniyên birîtanî li Kurdistanê encam didin, kir û got ku, ji sedema aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê, ew ji bo xelkê naverast û başûrê Îraqê bûye devereke tûrîstî.
Di beşek din a axavtina xwe de konsulê Birîtaniyayê awayê pêşwazîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê li penaberên surî bilind nirxand.