Barzanî û şanda ligel ji aliyê serokê parlamentoyê Erselan Bayîz û serkretetê Parlamentiyê Ferset Ehmed ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de li ser pêwendiya di navbera hikûmetê û parlamentoyê ve hate rawestandin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, her wiha behsa serdana xwe ya Enqerê û hevdîtinên ligel rayedarên payebilind yên Tikriyê kir.
Barzanî serdana xwe ya ji bo Enqerê, di warê siyasî, aborî, bazirganî ve weke serdaneke serfetvî bi nav kir.
Di beşekî din yê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku hikûmet amadekeye hevkarî û alîkariya hemû komîsyonên lêpirsînê yên parlamentoyê bike.
Barzanî got, „ji min bigirin het abi wezîrên din em amade ne li pêşiya komîsyonên parlamentiyê amade bibin… hikûmet amade ye bersiva her pirsekê bide.
Serokê hikûmeta Kurdistanê got, karê parlamentoyê ewe çavdêriya karê hikûmetê bike. Nabe ne parlamento karê hikûmetê bike, ne jî hikûmet karê parlamentoyê bike.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Bayêz ji aliyê xwe spasiya serokwezîrê Kurdistanê kir ku ew amade ne hevkarî û alîkariya parlamentoyê bikin.
AVESTAKURD