Di nameyeke pîrozbahiyê de, ku kopiyek jê gihişte malpera AVESTA KURD, Seroktiya Hikûmeta Kurdistanê, diyar kir ku ew bi helkeftina hatina Cejna Cemayê, cejna xuşk û birayên Êzîdî pîroz dikin.
Di nameya pîrozbahiyê de her wiha seroktiya hikûmeta Kurdistanê hêvî kir ku ev cejn ji bo Êzîdiyên Kurd li Kurdistanê û li hemû cihekî cîhanê bibe cejna xweşî, şadî û cejna xurtbûna pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhatiyên olî û netewî de li Kurdistanê û cîhanê.